Fatih Gazioğlu
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Lîonel Messiyê gogvanê Barcelonayê di 122 pêşbirkên Lîga Şampiyoniya UEFAyê ku leyîstibûn de 98 gol avêtin. Messî heta niha cara ewil e ku golê diavêje Chelseaya tîma Îngilîz.
Duh li Londraya paytextê Îngilistanê Barcelona di pêşbirka Lîga Şampiyoniya UEFAyê de bû mevanê Chelseayê û 1-1 beramber ma.
Chelsea bi gola Wîllîanê 1 û 0 ket pêşiyê, Barcelonayê jî bi gola Messî bersiv da û skor kir 1-1.
Messiyê gogvanê Barcelonayê di 122 pêşbirkên Lîga Şampiyoniya UEFAyê ku leyîstibûn de 98 gol avêtin. Tîmên ku heta nihaji Messî tu gol nexwarine ev in: "Înter, Benfica, Atletico Madrîd, Lîverpool, Udînese û Rubîn Kazan."