Önder Beyter
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
HATAY
Metbexa Bajarê Hatayê ku xwedî tam û çêjên resen û metbexeke dewlemend e û herwiha di nava Tora Bajarên Aferîner a UNESCOyê da ye, li bajarê Valencia yê Îspanyayê di "Festîvala Xwarinê Gastronomayê" da hat danasîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Bajarê Mezin Hatayê da hat destnîşankirin ku di festîvalê da danasîna 14 celeb xurek û şêranî yên 5 danan ên bajarê Hatayê hat kirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat balkişandin, xurek û şêranî bi destê aşpêj û xwediyên kargehên mezin ên Hatayê hatin amadekirin û wiha hat gotin, "Di festîvalê da tamên Hatayê yên navdar ên wekî kifteyê savar, kutilk, kibabê tepsiyê û şêraniya helewa penêr ji bo gurmeyên herî navdar ên dinyayê hatin pêşkêşkirin."
Şêwirmendê Şaredarê Bajarê Mezin Hatayê Omer Faruk Çelebî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê da diyar kir ku ji bo wan rûmeteke mezin e ku ew li qada navneteweyî tam û çêjên Hatayê didin naskirin.
Çelebî herwiha got ku di festîvalê da însanan eleqeyeke germ nîşanî metbexa Hatayê da.