16 Îlon 2016•Rojanekirin: 19 Îlon 2016
GAZÎANTEP
Bi operasyona Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê li Cerablusa Sûriyeyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê dimeşînin, herêm ji rêxistinên terorê tê paqijkirin.
Li Cerablusa ku nifûsê wê 25 hezar e kêmasî bi destê Tirkiyeyê tên çareserkirin û Tirkiye heta ku firinên bi destê DAEŞa rêxistina terorê hatine xerakirin cardin bên çêkirin ji Karkamîşê nan dişîne herêmê.
Şaredariya Mezin a Enqereyê li nêzî sînor firineke mobîl daniye û di firinê da 8 jê ji Sûriyeyê 11 xebatkar rojane 10 hezar nan derdixin.
Nanên ku di kordinasyona AFADê da tên lêxistin bi destê Weqfa Hayratê digihîjin sivîlên li Cerablûsê.
- Hilberîn wê zêde bibe
Midûrê Rewşa Acil a Afatê ya Gazîentabê Adil Şiraz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hewcedariyên xelkê li herêma Cerablûsê dibînin.
Şîraz destnîşan kir ku nan jî wan hewcedariyan e û wiha axivî: "Îstasyona Firinê ya Nanê Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li vê derê di rojê da 10 hezar nanî dipêjîne. Em nanên ku hatine pijandin bi wesayîtan dişînin ciyên belavkirinê yên li herêma Cerablûsê. Weqfa Xayratê li wê derê nan belav dike."
Şîraz diyar kir ku AFAD li hemberî her bobelatê tewdîrên xwe hildaye û wiha pê da çû: "AFAD ji bo her bobelatê di mijarên alîkariya mirovahî û piştgiriya psîkocivakê da amadeye. Nêzî mehekê ye navenda koordînasyona me ya AFADê li ser karê xwe ye. Hewcedariyên me li gor analîzên me tên peydakirin. Dema operasyonê dest pê kir li Cerablûsê nêzî 3 hezar însan hebûn. Niha ji 20 hezarî zêdetir însan hene. Ji ber vê jî hewcedariya bi nan hê jî heye. Dema em herêmên çolter tevlî nekin nan têrî navendê dike. Li herêmên çolter hêj deverên ku me xwe negihandiyê hene. Ji bo vê jî divê em hewcedariya xwe ya bi nan zêde bikin. "