Fatih Gazioğlu
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
ADANA (AA) - Pîsta Fermandariya Baregeha Tankeran ya 10emîn a Încîrlîkê wê ji bo 10 rojan were girtin. Li pîstê xebatên nûkirin û temîrkirinê wê werin kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Baregeha Încîrlîkê ya ku di nav sînorê navçeya Sariçamê de dimîne ji ber xebatên nûkirin û temîrkirinê wê 10 rojan girtî bimîne.
Pîst piştî 10 rojan wê dîsa were vekirin.
Pîsta Baregeha Încîrlîkê qasî 3,5 kîlometre dirêj ê.
Li gor pîlanê erdê pîstê wê were temîrkirin û piştra rêçên ku ji ber lastîkên balafiran çêbûne wê werin paqijkirin.