11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
ANKARA
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk ji ber êrîşa bombeyî ya ku li Hekariyê birin ser konvoya eskerî operasyona hewayî bir ser herêma Sînat-Haftanina ku li bakurê Iraqê ye.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan duh di saet navbera 14.00-14.30yî da ji herêma Sînat-Haftanina bakurê Iraqê îstixbarat hat û piştî nirxandina îstixbaratê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk operasyona hewayî birin ser wê derê.
Endamên wê koma rêxistina terorê ya cudaxwaz a ku li herêmê hatibûn tespîtkirin di operasyona hewayî da hatin kuştin. Xebatên ji bo tespîtkirina xisar û zayîatê jî didomin.
Balafirên ku êrîşê xwe qedandin vegeriyan baregeha xwe.