31 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Operasyona dijî PKKya rêxistina terorê ya li Sîlwana navçeya Diyarbekirê bi serkeftî hat temamkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku operasyona ku di 28ê adarê saet 23.00yan da li ser îstixbaratekê li der û dora gundê Darisevenê dabûn destpêkirin bi dawî bû.
Hat ragihandin ku di operasyonê da 7 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin, di lêgerînan da bêtêl, serê rokêtên antîtankê, 4 tivingên M-16ê, jarjora debançeyan, 171 fîşeng, 2 kon, 7 kincên terorîstan, 2 şemsiye, 550 kîlo xurek, gelek amûrên jiyanê û dokumanên rêxistinê hat girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku amûrên jiyanê, 2 pergalên teqemeniya destan, 16 boriyên ku pê teqemeniyê çêdikin, 25 kîlo sodyum klorat, 14 tupên mezin û 200 metre kabloya ceyarên li dewsa bûyerê hatin îmhekirin û karûbarên li ser operasyonê hê dewam dikin."