19 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
ANKARA
Di roja 180emîn a Operasyona Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Sûriyê li dijî hedefên terorê li dar dixin da 52 hedefên rêxistina terorî DEAŞê ji bejayî û asman hatin lêdan, 12 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya TSKyê, Operasyona Mertalê Feratê ku di 24ê Tebaxa 2016an da li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina gefên terorê û xurtkirina ewlekariya sînor û piştevaniya hêzên hevpeymana navneteweyî hatibû lidarxistin, berdewam e.
Di roja 180emîn a hemleyê da grûbên hêza peywira taybet ku ji unsûrên muxalif pêk tên, digel alîkariya gulebarana ji bejayî û asman li Baba ku bi piranî hatiye kontrolkirin, hemleya xwe ya paqijkirina unsûrên DEAŞê didomînin.
Di gulebarana unsûrên Fermandariya Hêzên Bejayiyê da 41 hedefên rêxistina terorî DEAŞê yên ku di navê da stargeh û çeper jî hene, hatin lêdan.
- Firokeyên cengê yên hevpemanê jî lê dan
Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asmanî jî hemleyên asmanî li dar xistin. Jetan, wesayiteke bombebarkirî jî di nav da 11 hedef ji navê birin.
Di operasyona asmanî ya firokeyên cengê yên hevpeymanê da jî 4 terorîstên endamê DEAŞê hatin kuştin, wesayitek hat jinavbirin.
Herwiha wekî encam di hemleyên asmanî û gulebaranên din da 12 terorîst hatin kuştin.