Sevim Hatun
29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
MÛŞ
Li Mûşê di çarçoveya lêpirsîna terorê de, di nav de Şaredarê Malazgîrtê yê DBPyî Halis Coşkun û Serokê Navçeyê yê DBPyê Mehmet Burhanli jî 3 kes hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Malazgîrtê ve dihat birêvebirin de, Serokê Şaredariya Malazgîrtê Coşkun, Endamê Meclisa Şaredariyê ya DBPyê Memnune Sonmez û Serokê Navçeyê yê DBPyê Burhanli hatin binçavkirin û piştî kar û barê li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin.
Bersûcên ku piştî jêpirsînê derxistin pêşiya dozger, ji ber sûcên wekî "endamtiya rêxistina terorê", "alîkariya fînansê dan rêxistina terorê" hatin girtin.
Serokê Şaredariya Malazgîrtê Coşkun, Endamê Meclisa Şaredariyê ya DBPyê Sonmez û Serokê Navçeyê yê DBPyê Burhanli di 18ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Ekîbên polêsan piştî binçavkirinê di avahiya şaredariyê de lêgerîn kiribû.