25 Gulan 2016•Rojanekirin: 26 Gulan 2016
MARDÎN
Di daxuyaniya ku ji Walîtiya Mêrdînê hat dayîn da wiha hat gotin: "Di operasyonê da heta niha 433 terorîst hatin kuştin, 397 barîkat hatin rakirin, 34 kort hatin dagirtin, hezar û 17 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin."
Li gor daxuyaniya walîtiyê, operasyona ku li navçeyê dest pê kir, dewam dike.
Li gor daxuyaniyê li malbatên herêmê 2 hezar û 175 pakêt xurek hat belavkirin, 3 hezar û 151 kesan li dermanxaneyan derman kirîn û ambulans çûn bi hewara hemû gaziyan ve.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di dema operasyonê da hezar û 749 kes hatin texliyekirin û ew şandin herêmên ewledar û wiha hat dewamkirin:
"Di operasyonê da heta niha 433 terorîst hatin kuştin, 397 barîkat hatin rakirin, 34 kort hatin dagirtin, hezar û 17 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin. Di dema operasyonê da 66 wezîfedarên me yên ewlehiyê ku bi qehremanî têkoşîn dan, gihîştin mertebeya şehadetê. Ji bo hizûr û ewlehiya welatiyên me yên herêmê operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê wê dewam bike."