20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2017
ANKARA
Parlamentera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başarana ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Batmanê ji bo îfadegirtinê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Başaran ji aliyê ekîbên Şûbeya dijî Terorê ya Mudiriyeta Ewlehiya Enqereyê serê sibê hatibû binçavkirin. Başaran piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Enqereyê kirin.
Başaran di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Batmanê de bi sûcdariya "arîkariya rêxistina terorî û veşartina wan" îfade da û parastineke nivîskî ya ku 4 rupel bû xwe parast.
Başaran piştî parastinê serbest hat berdan.
Ji bilî parêzerên Başaranê gelek parlamenterên HDPê jî beşdarî dadgehê bûn.