Önder Beyter
29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê 59 mihên ku mehek berê hatin dizîn, bi 28 roj xebata ekîbên cendirmeyan va hatin dîtin.
Bekir Tunçê ku li taxa Yolaşanê dijî, îxbar kir û ji Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê ra got ku pezê wî hatiye dizîn.
Li ser vê yekê ekîbên cendirmeyan der heqê bûyerê da dest bi xebatê kirin.
Dû ra hat tesbîtkirin ku pez li taxa Kizilca a li ser sînorê Îranê di goma A.K. da ye. Li ser vê agahiyê ekîbên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Bableşîn û Albayrakê yên girêdayî navçeya Başkaleyê operasyon li dar xistin.
Ajalên ku 28 roj şûnda di çaviyeke veşartî da hatin dîtin, teslîmî xwediyê wan Bekir Tunç kirin. Xwediyê gomê jî hat binçavkirin.
Eşkere bû ku ekîbên cendirmeyan çendek berê jî 102 pezê ku hatibû dizîn dîtibûn û radestî kesê ku xwediyê pez e kiribûn.