21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê welatiyên ku xaniyên wan ji ber înfilaqkirina teqemeniyên PKKya rêxistina terorê hilweşiyabûn êdî derbasî xaniyên serbixwe yên dewletê ji wan ra ava dike, dibin.
Li Îdilê ekîbên Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê 2 sal berê ji bo mensûbên PKKya rêxistina terorê biqefêlin, ser çalên teqemenî tê da hatine bicihkirin bigirin, barîkatên hatine danîn rakin û ewlehiya can û malê welatiyan pêk bînin li navçeyê dest bi operasyonê kiribûn. Di encama operasyona ku 20 rojî dewam kir da navçe ji mensûbên rêxistinê hat paqijkirin.
Di operasyonê da 175 barîkatên li ser piraniya wan teqemeniyên bidestçêkirî hatibûn bicihkirin, hatin rakirin, 56 çal hatin girtin, 401 teqemeniyên bidestçêkirî ku giraniya hemûyan nêzî 11 tonî bû hatin îmhekirin. Li navçeya Îdilê ji bo mexdûriyeta welatiyan jî bê telafîkirin bi pêşîkêşiya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê va tevlî wezaretên din kar û xebat didomin.
Wezaret û TOKÎ ji bo welatiyên ku ji ber teqemenî û agirberdana mensûbên rêxistina terorê xaniyên wan şewitîn û yan jî hilweşiyan li Taxa Turgut Ozal dest bi çêkirina 556 xaniyên nû kir. Li taxê tevlî xaniyên musteqîl cihê şînê, mizgeft û dikan jî tên avakirin û heta niha 170 xanî teslîmî xwediyên wan kirin.
Avakirina 216 daîreyên ji avahiyên 5 qatî pêk tê jî piştî birêkûpêkirina derdora wan wê teslîmî xwediyên wan bikin.
Niha avakirina 170 mal, mizgeft, cihê şînê û dikanan jî dewam dike.
Malbatên li Taxa Turgut Ozal ku du sal berê bi dengê teqîn û bombeyan diricifîn niha li xaniyên xwe yên nû ku li gor mîmariya deverê hatine avakirin bi cih bûne û ji kuçeyan dengê zarokan bilind dibe.
Ji şêniyên navçeyê dayika 4 zarokan Nebahat Temîz a 35 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew berê di xaniyekî kevn da rûdiniştin û lê niha xaniyê wan 140 mêtreqere ye û nû ye.
Dayika 8 zarokan Cemîle Alaf a 40 salî jî got ku ew ji heyameke zor û zehmet derbas bûn û niha ji ber ku aramî heye û ew di malên xwe yên nû da bi rihetî rûdinên û kêfxweş in.