16 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ANKARA
Li gor bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind pêvajoya referanduma ji bo guherandina destûra bingehîn ya di 16ê nîsanê a wê bê kirin, îro dest pê kir.
Li gor bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind lîste wê di 18ê sibatê da li mixtariyan bên daliqandin, lîsteyên ji bo mehkûman bên rojanekirin û ya hilbijêrên li derveyî welêt jî wê ji ser "www.ysk.gov.tr"yê bê îlankirin.
Hilbijêr wê ji 18ê sibatê pê va ji ser malpera "www.ysk.gov.tr"yê qeydên xwe bibînin.
Lîsteyên li mixtariyan di 26ê sibatê da bên rakirin, piştî îtirazan wê lîsteya hijbijêrên li derveyî welêt di 10ê adarê da temam bin. Di heman rojê da wê sandoqên hilbijêrên nav welêt eşkere bibin û nûnertiyên ji bo hilbijêrên derveyî welêt li ser "www.ysk.gov.tr"yê bên îlankirin.