Önder Beyter
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
IGDIR
Cejna Newrozê ku wekî "Mizginiya Biharê" û "Destpêka Sala Nû" tê pênasekirin, li Îdir, Erzingan, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Qersê hat pîrozkirin.
Li Îdirê di bernameya pîrozbahiya newrozê da Walî Enver Unlu û gelek welatî beşdar bûn û newroz pîroz kirin.
- Erzingan
Li Erznganê jî bi tevkariya walîtî, şaredarî û Zanîngeha Erzinganê va pîrozbahiyên "Şahiya Newrozê" hatin lidarxistin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî bernameya pîrozbahiya newrozê li kampusa Zanîngeha Erdexanê hat lidarxistin û gelek xwendekar beşdar bûn.
- Qers
Bi minasebeta Cejna Newrozê li Qersê jî di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da û bi hevkariya çend sendîqa û rêxistinên civaka sivîl li Kolana Komarê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Di pîrozbahiyê da ligel stranan welatiyan govend gerand û herwiha ekîbên ewlekariyê jî tevdîrên xurt wergirtin.
Di bernameyê da Parlementerê Îzmirê yê HDPyê Muslum Dogan axivî.
- Agirî
Li Agiriyê jî di pêşengtiya HDPyê da û bi hevkariya çend sendîqa û rêxistinên civaka sivîl pîrozbahî hatin lidarxistin.
Di bernameya li Qaraja Şaredariyê da beşdariya gel hinekî hindik bû û yên amade jî ligel stranan ji xwe ra govend gerandin.
Di bernameyê da agirê newrozê hat vêxistin û dîsa Parlementera Agiriyê ya HDPyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, endamên partiyê û welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî Cejna Newrozê bi çend çalakiyên cuda va hat pîrozkirin.