01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li taxa Hamzaliyê ku li ser Qulpa navçeya Diyarbekirê ye, tevî korucuyekî 23 kesên ku 22 sal berê bi destê terorîstên PKKyî hatin qetilkirin, bi merasîmê hatin bibîranîn.
Qaymeqamê Qulpê Fatîh Dulgeroglu di merasîma li taxa Hamzaliyê axaftinek kir û da bibîrxistin ku terorîstên PKKyî di 1ê Rêbendana 1995an û 16ê Adara 1995an da du êrîş pêk anîn û 23 kes qetl kirin.
Dulgeroglu diyar kir ku rêxistina terorê bêyî ku jin, zarok, kal û pîran jê cuda bike, qetlîam kirin û niha jî êrîşên bi vî rengî didomînin û wiha pê da çû:
"Em îro hatin cem hev, ne ku em êşa we teze bikin, belkî em hatin cem hev da ku bîranîna şehîdên xwe zindî bikin. Em hatin cem hev da ku em bikin qêrîn û rûyê rastîn ê rêxistina terorê nîşanî hemû dinyayê bidin. Ji wan wetrê birayên me yên ji Hamzaliyê dê hezkirina welatparêziyê ji dilê xwe derxin û dê li cem wan bibin yekrêz. Piştî 22 salan dîsa em dibînin û dibin şahid ku birayên me yên ji Hamzaliyê li cem dewlet û miletê me ne."
Piştî ku xwendekaran helbest xwendin, kesên ku beşdarî bernameyê bûn gorên şehîdan ziyaret kirin.