08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku "Operasyona Bayrak-31 Jendirme Çawîşê Pispor Mehmet Ariyeşîl" a ku bi piştgiriya Hêzên Asîmanî li navçeyên Hanî û Lîceyê hat destpêkirin hat temamkirin û di çarçoveya operasyonê de 6 mensûbên rêxistina terorê yên tên nirxandin ku di nav wan de rayedarên payebilind hene bi çek û cebilxaneyên xwe ve kuştî hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji Walîtiya Diyarbekirê hat dayîn de hat bibîrxistin ku di encama nirxandina îstixbarata demkî ya ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat bidestxistin de di 4ê kanûna pêşîn de bi piştgiriya Hêzên Asîmanî "Operasyona Bayrak-31 Jendirme Çawîşê Pispor Mehmet Ariyeşîl" dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin operasyona ku li qada çiyayê û dehla ku di navbera navçeyên Hanî û Lîceyê de dimîne û ji aliyê terorîstan ve wekî "Apê Mûsa" tê binavkirin mensûbên rêxistina terorê yên tê nirxandin ku di nav wan de yên payebilind jî hene bên berterefkirin, li herêmê stargeh, şikeft û depoyên ku ji aliyê mensûbên rêxistinê ve tên bikaranîn bên tespîtkirin û tehrîbkirin û melzemeyên wan bên bidestxistin, hevkarên ku li cihên jiyanê yên li herêmê hatin tespîtkirin û kesên ku li wan digerin bên girtin hat kirin îşev bi serkeftî hat temamkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di çarçoveya operasyona ku hat kirin de di encama lêgerîna temasê de 6 mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker ên tê nirxandin ku di nav wan de rayedarên payebilind jî hene bi çek û cebilxaneyên xwe ve kuştî hatin bidestxistin. Tifingeke peyadeyan a M-16, 4 keleş, 2 demançe, 2 bêtêl, laptopek, 6 çenteyên piştan, 4 mekanîzmayên ku di çêkirina teqemeniya bidestçêkirî de tên bikaranîn, 250 metro kablo, 25 funyeyên bi cêyran, dedektora sinyalê ya R/F, 5 tupên mezin, 5 tupên biçûk û gelek belgeyên rêxistinî û melzemeyên jiyanê hatin dîtin. Li herêma goristana terorîstan a di nav sînorên gundê Şenlîkê avahiyên ku mensûbên rêxistinê ava kiribûn di cî de hatin îmhekirin û ew qas zirar dan 2 stargehan ku êdî nikarin wan bi kar bînin."
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku bi telîmata Serdozgeriya Komarê miameleyên edlî yên der heqê operasyonê de berdewam dikin û hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya welatiyên ku li herêmê dijîn dê bi biryardarî xebatên ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de tên kirin berdewam bikin.