İbrahim Atmaca
22 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2019
KONYA
"Koma Çand û Hunerê ya Rengê Hekariyê" ku di bin banê Midûriya Karên Çand û Hunerê ya Şaredariya Hekariyê da ava bûye, wê li li Konyayê konserê bide.
Waliyê Konyayê Cuneyît Orhan Toprak di daxuyaniya xwe ya der heqê çalakiyê da got ku wan bername bi Walîtiya Hekariyê ra çêkir û konser wê di 24ê rêbendanê da li Navenda Kongreyê ya Selçukluyê bê dayîn.
Toprak diyar kir ku kom wê stranên Tirkî û Kurdî bêje, zeybek, teke, horonê bileyîzin û çand û hunera Hekariyê li ser dikê nîşan bidin.
Toprak diyar kir ku merivên Hekariyê xwîngerm, bi wefa û hestyar in û ev bername wê seba yekîtî û hevnasîna bibe wesîle û biratiyê xurt bike.
Toprak ragihand ku konser wê bê pere be û gazî hemû welatiyan kir.