Fatih Gazioğlu
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
BITLÎS
Rêya Bidlîs-Mûş û Wanê ya ku ji ber berf û bagerê hatibû girtin hat vekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, di bi serokatiya Tekîn Erdemîrê Alîkarê Walî "maseya krîzê" hatiye avakirin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji duh şev vir heta niha hemû geşedanên li herêmê li vê derê hatine şopandin û tîman trafîkê ji ber mijê rêya Bidlîs-Mûş û Wanê ji hatin û çûnê re girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji bo ku qeza çênebin tîmên me xaçerêya Rahvayê wesayît dan sekinandin û yek û yek şofêr hişyar kirin. Ji bo tedbîrê şev rêya Bidlîs-Mûş û Wanê ji hatin û çûnê hat girtin. 98 şofêr û rêwî ji hêla tîmên Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ya Bajêr hatin xilaskirin û li otel û saziyên dewletê bûn mevanên me. Tîmên Kizilay û AFADê li hin şofer û welatiyên me yên ku di rê da mabûn xwarin belav kirin. Piştî ku barîna berfê pariyekî kêm bû tîmên me dest bi xebatê kirin. Rêya Bidlîs-Mûş û Wanê bi xebateke qasî 8 saetan hat vekirin."