Türkan Tosun,Abdullah Tel,Sevim Hatun
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
VAN
Hat ragihandin rêya Wan Çaldiran û Agirî Bazîdê ya ku ji ber êrîşên terorê ji par ve hatibû girtin wê cardin bê vekirin.
Walî û Wekîlê Şaredariya Mezin a Wanê Murat Zorluoglu çû ziyareta navçeya Çaldiranê.
Zorluoglu ji hêla Qaymeqam û Wekîlê Şaredariyê Tekîn Dundar û rayedaran va hat pêşwazîkirin û paşê bi mixtaran re cîvînek kir.
Di civînê de Zorluoglu behsa Usttegmen Cendirme Mehmet Sakalli yê ku li çiyayê Tendurekê şehîd ket kir û sersaxî da malbata wî.
Zorluoglu got bi saya piştgiriya gel û hêzên ewlehiyê sala 2017an di têkoşîna dijî terorê de saleke serkeftî bû û wiha axivî: "Bi îzna Xwedê ev têkoşîn wê zivistanê û sala bê jî wê dewam bike. Heta ku li van deran yek terorîstek nemîne, welatiyên me yên gund û bajaran aciz neke ev têkoşîn wê dewam bike."
Di axaftina xwe da Zorluoglu bal kişand ser veberhênanên tên kirin jî kir û got ku li Çaldiranê di qada tekstîlê da jî veberhênanî tê kirin û hêvî ew e ku di qada jeotermalê da jî pêşketin pêk bê û wiha dewam kir: "Li deverên hizûr û aramî tunebe xwediyên sermayeyê jî nayên wan deran. Em niha ji bo parastina vê rewşa aramiyê hewl didin. Em ji we mixtarên ku wek dest û piyên me ne hemû mijar di nav da di mijara têkoşîna li dijî terorê da jî li benda alîkariya we ne."
- "Wê qira hemû rêxistinên terorê bê
Zorluoglu ragihand ku ne mimkun e rêxistinên terorê Dewleta Komara Tirkiyeyê têk bibin û wiha dewam kir: "Rêxistinên terorê jî vê rastiyê zanin. Dewleta me bi qirar e û wê têkoşîna xwe ya bi rêxistinên terorê ra bi biryardarî bimeşîne. Di vê têkoşînê da teqez rêxistinên terorê wê bên tesfiyekirin û wê ev pêvajo wisa biqede. PKK jî FETO jî DEAŞ jî wê qira wan jî bê anîn. Ew rêxistinên terorê yên din ku we yanî welatiyên me tehdîd dikin jî wê bên qirkirin. Bila di vê mijarê da tu gumana welatiyekî me tunebe."
Zorluoglu got ku rêbeja Çaldiran-Bazîdê ya par ji ber bûyerên terorî hatibû girtin îsal ji nû ve ji bo çûnûhatinê were vekirin.
Zorluoglu wiha axivî: "Di nav çend rojan de wê qedexeya ser vê rêyê were rakirin. Ji bo bûyerên wisa saleke din neqewimin, wesayitên rêyê bi kar tînin rastî êrîşên terorê neyên hin tedbîr hatin sitandin."
Zorluoglu got ku girtina rê zirar da miletê û wiha dewam kir: "Heke li hemberî van êrîşan em hemû bi hevdu re dengê xwe bilind bikin, wê gavê wê peyame me jî bigihêje terorê. Ji bo li herêmê careke din bûyerên terorê çênebin dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin me."