Önder Beyter
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
Yarîgeh: Fisht
Hekem: Sandro Ricci, Emerson de Carvalho, Marcelo van Gasse (Brezîlya)
Rûsya: Akinfeev, Fernandes, Kutepov, Ignashevich, Kudriashov, Zobnin, Kuziaev, Samedov (Dq. 54 Erokhin), Golovin (Dq. 102 Dzagoev), Cheryshev (Dq. 67 Smolov), Dzyuba (Dq. 79 Gazinsky)
Xirvatistan: Subasic, Vrsaljko (Dq. 97 Corluka), Lovren, Vida, Strinic (Dq. 74 Pivaric), Rakitic, Modric, Rebic, Kramaric (Dq. 88 Kovacic), Perisic (Dq. 63 Brozovic), Mandzukic
Gol: Dq. 31 Cheryshev, Dq. 115 Fernandes (Rûsya), Dq. 39 Kramaric, Dq. 101 Vida (Xirvatistan)
Qartên Zer: Dq. 35 Lovren, Dq. 38 Strinic, Dq. 103 Vida, Dk. 114 Pivaric (Xirvatistan), Dq. 109 Gazinsky (Rûsya)
SOÇÎ (AA) - Di Cama Cihanê FIFA 2018 da di pêşbirka çaryekfînalê ku maweya wê ya asayî 1-1, maweya wê ya îlawe jî 2-2 bi dawî bû da Xirvatistanê Rûsyaya malîvan di penaltiyan da 4-3 têk bir û derket nîvefînalê.
Di deqîqeya 31emîn da Rûsyayê da pêşiyê. Cheryshev li ber xeta cezayê ya Xiratistanê pasa Dzyuba kontrol kir û bi hundirê lingê xwe yê çepê va li gogê da û gol avêt: 1-0.
Di deqîqeya 39emîn da Xirvatistan gihîşt Rûsyayê. Di êrîşa baskê çepê da Mandzukic ket qada cezayê û ber bi Kramaric gog bilind kir. Kramaric jî rêkûpêk serê xwe lê da û gol avêt: 1-1.
Di deqîqeya 101emîn da îja Xirvatistanê da pêşiyê. Di kornera baskê rastê da Vida li ser xala penaltiyê serî li gogê da û bû gol: 1-2.
Di deqîqeya 115emîn da Rûsyayê xwe bi Xirvatistanê ra gihand. Dzagoev xwe ber goga di lêdana serbest a li kêleka xêza qada cezayê ya Xirvatistanê da xweş kir. Dzagoev gog rakir hewa û Fernandes xwe baş quloz kir û serê xwe lê da, bû gol: 2-2.
Di milmilaneya ku maweya wê ya asayî 1-1, maweya wê ya îlawe jî 2-2 bi dawî bû da derbasî qonaxa penaltiyan bûn da ku diyar bibe ka kîjan alî wê derbas bibe.
Di tîma Rûsyayê da Dzagoev, Ignashevich û Kuziaev di lêdana penaltiyê da gog şandin hembêza torê, lêbelê Smolov û Fernandes gol neavêtin.
Di Xirvatistanê da jî Brozovic, Modric, Vida û Rakitic gol avêtin, lê Kovacic di lêdana penaltiyê da gol neavêt.
Xirvatistana ku di penaltiyan da Rûsya 4-3 têk bir, dê di nîvefînalê da derkeve hemberî Îgiltereyê. Ev milmilane dê 11ê tîrmehê roja çarşemê li Moskoyê li Yarîgeha Luzhniki were leyîstin.