07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
VAN
Li Şaredariya Erdîşa navçeya Wanê piştî wezîfedarkirina ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va Biryarnameya Hukmê Qanûnê va hat kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên rê û gîhandinê xebat dewam dikin.
Wezareta Karên Navxweyî li gor Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) Qaymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar wek Cîgirê Şaredarê Erdîşê wezîfedar kir û Yaşar ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatê da kolan û kûçeyên ku ji ber binesaziyê zirar dît, tê temîrkirin.
Ekîba şaredariyê qîra germ li rêyan ro kir û Kolana Vanyoluyê amade kir. Bi pêngava Şaredariya Erdîşê kolanên Kişla, Çinarli û Alkanatê bi destê fîrmaya projeya ava vexwarinê tê temîrkirin.
- Kêşeya pevguhastinê tê çareserkirin
Cîgirê Şaredar Yaşar bona çareserkirina kêşeya pevguhastinê ya navçeyê, li avahiya şaredariyê digel şaxên eleqedar civiya. Yaşar herwiha bal kişand ser mijarên mîna çareserkirina kêşeya pevguhastinê, teqwiyeya wesayîtan, verastkirina guzergeh û saeta hereketa wesayîtan û perwerdekirina ajovan û peywirdarên wesayîtan û destnîşan kir ku divê çê bên kirin.
Di vê navberê da ji bo ku pevguhastina giştî bi rêk û pêk were kirin, taxa Adnan Menderes û Sahîlkent di serî da, ekîbên şaredariyê xebatên xwe didomînin.