22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ŞANLIURFA
Şaredarê Şanliurfayê Nîhat Çîftçî der barê xebatên li navçeya Sirûcê de got ku bi saya wezîfedarkirina ji hêla Wezareta Karên Navxweyî a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) va hatiye kirin, li Sirûcê yekem car e şaredarî û xebat tê kirin.
Waliyê Şanliurfayê Gungor Azîm Tuna, Parlamenterê Şanliurfayê yê AK Partiyê Îbrahim Halîl Yildiz, Midûrê Ewlehiya Bajêr Veysel Tîpîoglu, Şaredarê Şanliurfayê Nîhat Çîftçî û Fermandarê Cendirmeyan Albay Mustafa Kemal Tîmuroglu bi mixtar û rûspiyan va li Mala Mamosteyan a Sirûcê hatin bal hev.
Di civînê de behsa xebat û xizmetên ku li navçeya Sîrucê hat kirin.
Walî Tuna got ku divê her welatî alîkariya dewletê bike ku xizmet bên kirin.
Tuna diyar kir ku dewletê di têkoşîna terorê da bi biryardarî berdewam be û wiha got, "Wekî dewleteke ku 15ê Tîrmehê hat serî, êdî tu tiştê mîna berê nebe. Divê em vê bibînin. Dewletê şebekeyên îxanetê yên di nava xwe da, ev êdî FETO ye PKK ye, dê paqij bike û li ser rêya xwe bimeşe."
Tuna got ku ev têkoşînê heya ku dawî li terorîstê dawîn were dê berdewam be û wiha pê da çû:
"Her kesekî ku sînor û xetekî nexe navbera xwe û terorê dê wenda bike. Ev însan hem dê ji vê dewletê meaş bistînin û hem jî dê bona perçekirina dewletê bixebitin. Tiştekî werganî li tu serê dinê tuneye."
- "Navçe êdî paqij xuya dike"
Nîhat Çîftçî got ku ev çend sale ku ew wek bi mentiqa baweriyê dixebitin û wiha axivî:
"Şaredarî cara ewil tê Sirucê. Wîcdana min î aqilê min jî vê dibêje. Heta niha li Sirûcê metrekareyek şînayî nehatiye danîn. Ji bo baranê qanalek nehatiye çêkirin. Binesazî, qanalîzasyon têkçûye. Me heta niha 6 xaçereyên Sirûcê asfalt kirine."
Lijne paşê bi mixtar û bi rûsipiyên navçêyê ra civîya.