Fatih Gazioğlu,Nihat Kavşut
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
MARDÎN
Li Savûra navçeya Mêrdînê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin wê bi projeyên turîzmê navdar be.
Piştî ku Şaredarê Savûrê yê DBPyî Mehmet Aydin Alokman di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin, Qaymeqamê navçeyê Îdris Koç wekî Wekîlê Serokê Şaredar hat peywirdarkirin. Herwiha li navçeyê piştî destguhertina rêveberiya şaredariyê di xebat û xizmetên şaredariyê da rûpelekî nû vebû.
Li navçeya Savûrê kelh, manastir, dêr, mizgeft, goristan, pire, xan, kanî û hin aş jî tê de ji 40an zêdetir berhemên dîrokî hene û her dem balê ziyaretvanan dikşîne. Bi saya projeyên turîzmê yên ku ji aliyê şaredariyê va tên kirin xîzmeteke biqalîte derke holê. Şaredariyê ji rastkirina derdorên parkan cihên seyranê gelek erdên nû çêkirin.
Li Savura ku xelk xizmetên şaredariyê dibîne ji bona potansiyelên dîrokî û çandî bên nirxandin û binesaziya tûrîzmê pêş bikeve proje yeko yeko tên çêkirin.
Îdris Koç destnîşan kir li navenda navçeyê qederê 30 pêpelûk hene û yên şikestine li gor eslên wan bi kevirên Mêrdînê tên restorekirin.
Koç diyar kir di destpêkê da li Savurê 3 park çêkirine û got malbat tevî zarokên xwe lê rûdinin.
- Makîneyên kar yên şaredariyê di xizmeta gel da ne
Koç destnîşan kir ji bona gel nav hefteyê û dawiya hefteyê karên li taxên xwe temam bikin makîneyên kar yên şaredariyê di xizmeta gel da ne.
Koç destnîşan kir Savur ji hêla potansiyela tûrîzmê va dewlemend e.