Türkan Tosun
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Eskerên ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrîna herêma Sûriyeyê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê va tê meşandin de şehîd ketin, hatin definkirin.
Cinazeyê Kurmay Pîlotê Serefser Mehmet Îlker Karaman (33) yê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket, li Îzmirê hat binaxkirin.
Karaman li navçeya Karşiyakayê piştî nimêja cinazeyê ya ku li mizgefta Beşîkçîoglu hat kirin, li goristana Şehîdên Esmanî ya Kadîfekaleyê hat definkirin.
- Cinazeyê Şehîdê Usteğmen Mut hat definkirin
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de firokeya tîpa wê ATAK e ji ber erizeyê ket û Ustegmen Erdem Mut di bûyerê de şehîd ket.
Mut li goristana Şehîdan a Kirikkaleyê hat definkirin.
- Piyade Çawîşê Pispor Ekîz hat definkirin
Piyade Çawîşê Pispor Oguzcan Ekîzê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket jî li welatê wî Erzîna navçeya Hatayê bi merasimê hat binaxkirin.
Ekîz di goristana Mulumunê de hat definkirin.
- Piyade Çawîşê Pispor Şahîn li Havzayê hat definkirin
Piyade Çawîşê Pispor Huseyîn Şahînê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket jî li Havzaya navçeya Samsunê hat definkirin.
- Piyade Çawîşê Pispor Ege li Eskişehirê hat definkirin
Piyade Çawîşê Pispor Serdar Egeyê 41 salî yê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket li Eskişehirê hat definkirin.
Cinazeyê Ege piştî nimêjê û merasima eskerî li goristana Şehîdan a Kanlipinarê hat binaxkirin.
- Şehîd Sariaslan li Adiyamanê hat definkirin
Piyade Çawîşê Pispor Enes Sariaslan li welatê xwe Adiyamanê hat definkirin.
Ji bo Sariaslan li bajaroka Suvarliyê ya girêdayî navçeya Besniyê merasimek hat lidarxistin û piştî merasimê ew li goristana Suvarliyê hat definkirin.
- Çawîşê Pispor Koca li Edeneyê hat definkirin
Çawîşê Pispor Halîs Kocayê (28) ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket li Îmamogluya navçeya Edeneyê piştî merasima eskerî li goristana Ayvaliyê hat definkirin.
- Çawîşê Pispor Akal hat definkirin
Burak Akalê Çawîşê Pispor yê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket li gundê Epçeliya li ser Çarşambaya navçeya Samsunê hat binaxkirin.
Li mizgefta Navend a Epçeliyê nimêja wî hat kirin û ew li goristana gund hat definkirin.
- Çawîşê Pispor Karaca hat definkirin
Ji bo Çawîşê Pispor Koray Karacayê ku di pevçûnên bi terorîstan re hatin kirin de şehîd ket li mizgefta Şehîdên 15ê Tîrmehê ya Pendîkê merasimek hat lidarxistin. Cinazeyê wî li goristana Kartal Kurfaliyê hat definkirin.
- Piyade Çawîşê Pispor Akdogan hat oxirkirin
Piyade Çawîşê Pispor Ali Akdoganê (28) di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket li Îzmirê hat definkirin.
Ji bo Akdogan li mizgefta Beşîkçîoglu ya li Karşiyakayê merasimeke eskerî hat lidarxistin.
Piştî nimêja esrê nimêja cinazeyê hat kirin û ew li Goristana Şehîdan a Kadîfekaleyê hat definkirin.
- Piyade Astsubay Serçawîş Kuş hat definkirin
Piyade Astsubay Serçawîş Hasan Kuş li Anamura navçeya Mersînê hat definkirin.
Cinazeyê wî ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê hat hildan û piştî merasima li Mizgefta Otogarê di goristana taxa Akîneyê de hat binaxkirin.
- Onbaşiyê Pispor Karacaoglu hat definkirin
Hamza Karacaogluyê Onbaşiyê Pispor (26) yê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de şehîd ket jî li welatê xwe Çamoluka navçeya Gîresunê hat definkirin.
Nimêja Karacaoglu li Mizgefta navend a Çamolukê hat kirin û piştî nimêjê ew li Goristana Çamolukê hat definkirin.