27 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ANKARA
Serlêdanên heyama payîzê ya Ezmûna Destpêkirina Lîsansa Bilind û Personelên Akademiyê (ALES) dest pê kirin.
Li gor daxuyaniya ku di malpera OSYMyê da hat dayîn ezmûna heyama payîzê ya 2016-ALESê wê di 18ê Kanûna 2016an da li 81 navend û Bişkekê (Kirgizistan) were kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku serlêdanên ezmûnê îro dest pê dike û heta 10ê Cotmehê dewam dike.
Hat destnîşankirin ku ezmûn saet 9.30an dest pê dike û 180 deqîqe (3 saet) diajo.
Kesên ku dixwazin serî lêxin dikarin rêbera ezmûnê û formê serlêdanê ji malpera "http://www.osym.gov.tr"yê ya OSYMyê peyda bikin.