Haydar Şahin
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Edogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, di axaftinê da li ser mijarên dualî û herêmî sekinîn, fikr û ramanên xwe parve kirin.
Herdu serokan jî gotin ku pêşxistina têkiliyan û domandina diyaloga di navbera Tirkiyeyê û Fransayê da girîng e. Dîsa herdu serok li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, têkoşîna dijî terorê û mijara penaberan sekinîn û bal kişandin ser girîngiya hevkariya ji bo pirsgirêkên herêmî.
Serokomar Erdogan di axaftinê da bal kişand ku bi taybetî di mijara Minbicê da û wekî mayîn jî di majarên Sûriyeyê da mitabaqa ku pêşiya hevkariya Tirkiye-Amerîkayê veke hat kirin.
Serokomar Erdogan û Serokê Fransayê Macron gotin biryardar in ku pêvajoya piştî hilbijartina 24ê hezîranê temasên nêz daynin.