16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, berî çûna Îslamabada paytexta Pakistanê li Balafirgeha Esenbogayê axivî.
Serokomar Erdogan der heqê pêşniyaza guherandina destûra bingehîn a AK Partiyê da wiha got: "Di vê xebatê da wek şexsî ji bo min pirsgirêk nîne ku li ser 'serokatî' yan jî 'serokomari'yê be. Di vir da ya girîng wê herdu partiyên me çi pêşkêşî gel bikin, wê di nav hev da xeber bidin biryarê bidin."
- Serokomarê bipartî
Serokomar Erdogan: "Li gor qenaeta min, li welatekî wexta ku têkiliya serokomarek ji partiya wî were qutkirin, li wê derê siyaset qels dibe. Wekî ku Birêz Bahçelî jî carinan behs dike, wexta ku gavek wiha bê avêtin derbasî 'serokatiya fiîlî' bibin, wê çaxê lazim e têkiliya serok a bi partiya siyasî re qut nebe. Bêguman wexta bi partiya xwe re di vê rêya de bimeşe, pêvajoyê birêve bibe, wê çaxê ew ê him wekî serokê partiyê him wekî serokomar xwe bi hêztir hîs bike, gavên bihêztir biavêje, bi biryar tevbigere."
Serokomar Erdogan got, "(Ziyareta Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Steînmeîer) Têkoşîna dijî terorê her tim tînin ziman. Lê belê em êdî bi çavekî baş li van gotinan mêze nakin, em pêkanînan dixwazin."
- Ew mexdûr û mezlûm in
Erdogan der heqê betalkirina biryara îdamê ya Serokomarê Misrê Mursî ku bi derbeyê ji wezîfeyê hat dûrxistin de got:
"Ji bo Birêz Mursî û hevalên wî pêvojoyeke adil nayê sepandin. Vê gavê ew mexdûr û mezlûm in. Ya ku divê were kirin cardin darizandina Mursî û hevalên wî yên mezlûm û mexdûr nîne, demildest berdana wan e."
Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe de behsa tayinkirinê kir got: "Em jî Şêwirmendê Karên Derva yê birêz Serokwezîrê me Kemal Okem beg wekî balyozê Îsraîlê tayîn dikin. Wan jî balyozê xwe tayîn kir."