Elif Orhan
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce qebûl kir.
Qebûla ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin 40 deqîqe dewam kir.

Di qebûlê de Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş û Cîgirserokê Koma CHPê Engîn Altay jî amade bûn.
Înce piştî qebûlê daxuyanî da rojnamevanan û got ku "Me ji bo Birêz Serokê Giştî û AK Partiyê, ji partiya wî re serkeftinê xwest."
Elîtaş jî di axaftina xwe de got ku "Sohbeteke xweş bû. Ji hev re serkeftinê xwestin. Sohbet bi gitştî bi vê awayê bû."
Rojnamevanan bi bîr xist Înce gotiye ku "Me derdên xwe bi hev re parve kirin" li ser vê yekê Elîtaş got ku "Sohbeteke xweş bû, her du jî Rîzeyî ne."