Elif Orhan
16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
LILLE
Slovakya di Koma Byê ya ya Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an (EURO 2016) de 2-1 Rûsya têk bir.
Di koma Byê de derbasî pêşbaziyên duyemîn bûn. Di komê de Rûsya û Slovakya hatin hemberî hev. Her çiqas Rûsya bêtir bi topê bilîze jî Slovakya gol avêt. Di deqîqeya 32yemîn de Weîss gol avêt û Slovakya pêş ket: 0-1
Di deqîqeya 45emîn de Hamsîk gol avêt û bû wesîle ku Slovakya di nîva ewil de 2-0 pêş bikeve.
Rûsya di nîva duyem de bêtir bala xwe da lîstikê û di deqîqeya 80emîn de gol avêt. Glushakovê ku bi lêdana serî gol avêt skorê kir 2-1.
Rûsya di deqîqeyên dawîn de ji hemleyên xwe tu encam bi dest nexist. Slovakyayê ku 2-1 bi ser ket puana xwe derxist 3yan û Rûsya puanek sitand.