05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
CENEWRE
Komiserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad el Huseyn li Îranê dardakirina 20 suniyên kurd şermezar kir.
Huseyn di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê da diyar kir ku di şikê da ye ku kesên hatin dardakarin bi awayê adil hatine darizandin, tê îdiakirin ku Şahram Ehmediyê ku hat dardakirin hatiye kutan û bi zorê hin îtirafên derew jê hatine sitandin û beriya Ehmedî darda bikin nehîştine ku malbata wî here dîtina wî.
Huseyn got ji ber ku pevajoyeke darizandinê ya veşartî û berfireh tê domandin bêedaletiyek derdikeve holê û loma dardakirin şermezar kir.
Hatibû ragihandin ku ji vir çend roj berê li Îranê 20 suniyên kurd bi hinceta "terorê" bi komî hatine dardakirin.