31 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tebax 2016
ANKARA
Piştî hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) der heqê nêzî 3 hezar dadger û dozgeran da lêpirsînê dest pê kir û di çarçoveya lêpirsînê da tedbîr dan ser mal û milkên van dadger û dozgeran.
Li gor agahiya ku hat hildan, Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) nêzî 3 hezar dadger û dozger ji wezîfê dûr xistin û der heqê wan da lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di çarçoveya benda 128emîn a Qanûna Dadgeha Cezayê da daxwaz kir ku tedbîr were ser malê wan û dadgeriya cezayê sulhê ev daxwaz qebûl kir.
Li gor biryarê dadger û dozgerên gumanbar wê nikaribin mal û milkên xwe bi kar bînin.