07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
SAKARYA
Alîkarê Serokwezîr Fikrî Işik, "Tirkiye di şerê dijî terorê da ji rewşa parastinê derbasî rewşa êrîşê bûye. Stratejiya sereke ya Tirkiyeyê ew e talûkeya terorê ya dijî Tirkiyeyê li ku derê çebe wê ji holê rake. Kî çi dibêje bila bibêje gef û talûke ji ku derê were lidarxistina operasyonê heqekî meşrû ye."
Fikrî Işik li televizyona Haberturkê der barê rojevê da axivî.
Alîkarê Serokwezîr Fikrî Işik di xeberdana xwe da wiha got: "Gelek şaş e ku Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê rêxistineke ku rasterast ji serkirdeyên PKKyê telîmat distîne ji xwe ra dike partner. Ev stratejî di dema Obama da hat meşandin. Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê vê xeletiyê fehm kir."
Fikrî Işik der barê operasyonên li Qendîlê da wiha got: "Tirkiye di şerê dijî terorê da ji rewşa parastinê derbasî rewşa êrîşê bûye. Stratejiya sereke ya Tirkiyeyê ew e talûkeya terorê ya dijî Tirkiyeyê li ku derê çebe wê ji holê rake. Kî çi dibêje bila bibêje gef û talûke ji ku derê were lidarxistina operasyonê heqekî meşrû ye."