Haydar Şahin
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
SAKARYA
Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku paleyên findiqan tê da bûn welgeriya, li gor agahiyên ewil 7 kes mirin û 10 kes jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li tanga Çamlicaya taxa Hendekê traktora ku paleyên cotkariyê tê da bûn ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn welgeriya.
Li ser hawarê gelek ekîbên Serwêsa Acil a 112ê sewqî herêmê kirin, li gor agahiyên ewil di qezayê da 7 kes mirin û 10 kes jî birîndar ketin.
Ambûlansên Serwsa Acil a 112ê û wesayîtên taybet kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda navçeyê.
Hat ragihandin ku pale ji bo ku findiqan kom bikin ji Diyarbekirê hatine.