Haydar Şahin
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
SEUL
Donald Trumpê Serokê DYAyê yê di çarçoveya ziyareta fermî da li Koreya Başûr e got, "Li Dijî Koreya Bakur bikaranîna hêzê hêvî nakim."
Trump di çarçoveya ziyareta fermî ya ku 2 rojan dewam bike da bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-în ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Herdu serokan piştî civîna rûbirû û yên heyetan li Ofêsa Serokatiya Dewletê ya Koreya Bakur pirsên li ser pirsgirêka Koreya Bakur bersivandin û mijar nirxandin.
Trump got ku "Ceribandinên balîstîk û nukleerê yên Koreya Bakur ji bo hemû dinyayê tehdîd in. Li Dijî Koreya Bakur bikaranîna hêzê hêvî nakim."
Trump dubare kir ku rêveberiya Pyongyangê "Tehdîdeke wisa ye ku dibê hemû dinya li dijî wê tevbigere."
Trump got "heke hewce bike" hazir in ku şertên leşkerî bi kar bînin, bawer dike ku di çareseriyê da ew ê lazimî bi vê nemîne.
Trump wiha axivî: "Em hêzeke mezin nîşan didin û difikirim ku wan (Koreya Bakur) ev fehm kir. Li gor min ya mantiqî ew ku Pyongyang hem ji bo rindiya xwe hem jî ji bo rindiya gelên dinyayê rûnê ser masê û peymanê çêke."
Serokê DYAyê bangî Rûsya, Çîn û hemû welatên dinyayê kir ku bira guh bidin astenkirinên ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara wan da û wan pêk bînin û wiha pê da çû: "Dibê hemû netewe astengkirinên KENYê pêk bînin û bazirganiya bi Koreya Bakur ra bidin sekinandin. Bi destê welatên din fînansekirin û çekdarkirina vî welatî nayê qebûlkirin."
Serokê koreya Başûr Moon jî got, "Bi serokê DYAyê ra li dijî tehrîkên Bakur li hev kirin ku hejmara fuzeyên balîstîk ên li Koreya Başûr bên kêmkirin. Nika dibê em bala xwe bidin ser astengkirinên li dijî Koreya Başûr ên ji bo çarseriyeke aştiyane."