26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) hemleya asîmanî birin ser çil û çiyayên Şemdînliya navçeya Hekariyê û di encamê da 3 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, duhê îstixbaratek hat nirxandin û di saet 21.02-21.31ê da li dijî çil û çiyayên Şemdînliyê hemleyeke asîmanî hat lidarxistin.
Di hemleya ku bi firokeyên şer ên Fermandariya Hêzên Asîmanî va hat lidarxistin da koma endamên rêxistina terorê û kozikên çekên wan hatin bombebarankirin.
Li gorî encamên pêşîn di hemleyê da 3 mensûbên rêxistinê hatin kuştin, kozikeke Doçkayê hat jinavbirin.
- 5 hedefên DAEŞê bûn armanc
Ji hêla din li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, 5 hedefên rêxistina terorê DAEŞê yên li bakurê Sûriyê yên ku hat tespîtkirin xwe amade dikin ku êrîşî Tirkiyê bikin, duhê ji hêla obusên Firtnayê yên TSKyê û firokeyên hevpeymanê va hatin jinavbirin.