02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di operasyona ji hewayê da 27 hedefên rêxistina terorê yên li herêmên Zap û Garayê hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku teyareyên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkan li ser îstixbaratekê do di navbera saet 21.58 û 23.46an da operasyon birin ser Zap û Garaya herêmên li bakurê Iraqê.
Di operasyonê da 27 hedefên rêxistinê yên ku di nav da şikeft û stargeh hene û tê da terorîst dimînin hatin îmhekirin.
Piştî operasyonê teyare zivirîn baregehên xwe.