01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Tevgera rêveberiya şaredariyê ku bi hinceta girtina Gultan Kişanak a Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Firat Anliyê DBPyî yê Endamê Meclisê di qada çûn û hatinê da nîşan didin, welatiyên herêmê mexdûr dike û xelq jî ji vê bêzar e.
Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va dihat birêvebirin da Kişanak û Anli di 25ê cotmehê da hatin binçavkirin û piştî vê jî Şaredariya Bajarê Mezin a di destê DBPyê da kar, bar û xizmetên li bajêr tên kirin qismî da sekinandin û milet ji ber vê yekê mexdûr bû.
Li bajêr hefteyeke ku wesayîtên şaredariyê di xizmeta gel da nînin û tê dîtin ku otobusên şaredariyê li geraja Midûriyeta Birêvebirina Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin û Îstasyona Xaza Sirûştî Tijekirinê hatine parqkirin.
Ji ber ku otobêsên şaredariyê xizmetê nakin welatî di çûyîn û hatinê da tengasiyê dikşînin.
- Di bin baranê da li benda wesaîtê sekinîn
Welatî ji bo ku biçin kargeh, dibistan û nexweşxaneyan çûn rawestgehan, lê ji ber ku otobêsên şaredariyê nedixebitîn, welatî di bin baranê da man û li ber rawestgehan dor dirêj bû.
Hin welatî ji ber ku otobês nexebitîn, ji kargeh, dibistan û randevuyên nexweşxaneyê dereng man û hinek jî li minîbus û otobêsên gel ên taybet siwar bûn.
- "Saetek e di bin baranê da li benda wesaîtê me"
Ji welatiyan Kadîr Yilmaz destnîşan kir ku şaredarî di ciyê ku ji gel ra xizmetê bike eziyetê li welatiyan dike.
Yilmaz diyar kir ji ber ku otobêsên şaredariyê naxebitin nikare here ser karê xwe û got ku hefteyek e otobêsên şaredariyê li qeracê ne.
Yilmaz destnîşan kir ku divê derfetên dewletê ji bo welatiyan werin xerckirin û got ku şaredarî astengiyan derdixe û divê welatî dengê xwe derxin.
Yilmaz wiha axivî:
"Zarok nikarin herin dibistanan, kes nikare here karê xwe, eyb e, şerm e. Ev seateke ez li vê derê li hêviya wesayitê me. Dolmişên tên tijî ne, çimkî şaredarî nahêle otobês bixebitin."
- "Mexduriyeta miletê li holê ye"
Alî Tokdemîr jî daxuyand ku cihê li ew lê rûdinê tenê otobêsên şaredariyê dixebitin û ji ber vê yekê tu çarêya wan tuneye. Tokdemîr got pereyê wî tuneye ku bide teksiyê û wiha axivî: "Ez ê li minîbêsê siwar bim, lê piştî minîbêsê jî mecbûr ez ê bimeşim."
Tokdemîr bertek nîşanî şaredariyê da wekî ku xizmetê nake û wiha dewam kir:
"Em ji kar ra dereng dimînin. Di bin şiliyê da şemsiyeya me nîne, em şil û şo bûn. Ma neheqiyeke werê dibe. Ez 45 deqîqe li benda wesayîtê mam. Mexdûriyeta gel wa ye li ortê ye."
Tokdemîr herwiha bal kişand kesên ku dixwazin biçin nexwexaneyê jî zihmetiyê dikişînin û wiha got, "Li Diyarbekirê astengiya pevguhastinê li ser jiyanê tesîreke xirab dike."
- "Gel gelek tengasiyan dikişîne"
Îslam Tanriverdî ji got ji ber ku şaredarî xizmeta gihandinê nade tengasiyan dikişînin.
Tanriverdî diyar kir ku minîbês û otobêsên taybet têrê nakin, Şaredariya Bajarê mezin bi nexebitandina otobêsan va ceza dide gel.
Mîrsad Goraçê welatî got dibê xizmet neyên birîn û çi dibe bira bibe mijarên wiha neynin serê gel û wiha got: "Gel nika gelek tengasiyan dikişîne."