05 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
ADIYAMAN
Omer Unluyê ku di dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li Stenbolê birîndar bû wiha got: "Wexta welat ji dest çû can hebe çi ye, tunebe çi ye. Îro cardin hewla derbeyê çêbe ez ê derkevin derva."
Unluyê ku li Adiyemanê tê dermankirin ku ji nûçegihanê AAyê ra qala şeva 15ê tîrmehê kir.
Unlu diyar kir ku dema xwarin dixwar ji televizyonê bihîst ku hewla derbeyê heye û wiha got: "Li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ez û hevalên xwe em çûn ber TRTyê."
Di berdewamiya axaftina xwe da Unlu got ku dilê wan eskeran qet bi gel neşewitî û wiha pê da çû: "Ji aliyê ordueviyê gule berdan ser me lê di nav dilê me da tirs tunebû. Weke ku neyar hatibin welatê me û gule berî me didin. Gelek kes li wê derê birîndar bûn. Me birîndar li erebeyan siwar kirin. Di wê demê de min ferq kir ku gule tiliya mina serî ketiye û nîvî jê ketiye. Ez ji bo tedawiyê du rojan di nexweşxaneya taybet da mam. Em çar kes bûn û sê hevalên li bal min şehît ketin û bi tenê ez sax mam. Wexta welat ji dest çû can hebe çi ye, tunebe çi ye. Heke îro hewla derbeyê bibe ezê dîsa derkevim meydanan."
Unluyê ku ji Serokomar Erdogan gelek hez dike û dixwaze bi çavê dinyayê carekê wî bibîne û destê wî maç bike nifir li mensûbên FETOyê kir û diyar kir ku mirin ji bo wan xilasiye lazim e heta bi hetayê di girtîgehan da bin.