06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
ŞIRNAK
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî, bi Parlamenterê AK Partî yê Diyarbekirê Ebûbekir Bal, Serokê Yekîtiya Ode û Borseyan (TOBB) Rifat Hisarcıklıoğlu re li Silopiyê ji hêla Qeymeqam Savaş Konak ve hatin pêşwazîkirin
Ozhasekî, li Silopiyê xaniyên ku ji hêla TOKİyê ji bo mexdûran têne çêkirin kontrol kirin û bi karkerên înşaetê re sohbet kir, wêne da kişandin.
Piştre Ozhasekî li otêleke nav bajêr bi nûnerên saziyên sivîl, muxtar û maqûlên civakê re civiya û diyar kir ku hewl didin birînên di bûyerên terorî de çêbûne derman bikin.
Ozhasekî wiha axivî: "Naxwazin ku em di nava xwe bi biratî, dostanî û ruhê yekîtiyê di nav aştiyê de bijîn. Naxwazin em bihêz bibin û yekîtiya xwe ava bikin. Dixwazin em parçeparçe bibin û zeîf bikevin. Lê biser nakevin, dê nikaribin ne parçe bikin."
Wezîr Ozhasekî herwiha bal kişande ser wê yekê ku dewlet ji bo temamkirina kêmasiyên herêmên ji terorê zirar dîtine dixebite û wiha got: "Me îhaleya projeyên jêrzemîna bajarê Şirnexê, Hezexê, Cizîrê û Silopiyê temam kir. Diyar e wê tenê li karê avê û qenalê nêzî 250 û 300 lîre biçe. Em niha nêzî 11 û 12 hezar xaniyan çêdikin. Ev xanî hemû herî dereng hetanî dawiya 2017an dê biqedin."