Önder Beyter
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
VAN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu wiha got, "Herkes dê wezîfeya xwe qenc bike. Eskerê li ser hidûd û cendirme, doktor, parlamenter û wezîr anku herkes dê wezîfeya xwe qenc bike."
Wezîr Soylu piştî ziyaretên xwe yên li Wanê bi helîkopterê derbasî Yekîneya Piyadeyên Hidûd a 3yemîn a Albayrak a li navçeya Başkaleyê bû û li vir bi eskeran ra paşîv xwar.
Li wir herwiha Miftiyê Parêzgehê Nîmetullah Arwas diayê paşîvê kir û dû ra Soylu axaftinek kir. Soylu di axaftina xwe da bal kişand ku meha remezanê ji bo însanan derfetek e.
Wezîr Soylu bal kişand ku hêzên ewlekariyê pir serkeftî ne û wiha axivî:
"Hûn karê xwe baş dikin û hûn derfetê nadin zikreşên li dijî Tirkiyeyê. Xwestin cure cure bobelatan bînin serê me, lê ev tablo keda miletê me yê Tirk e. Herkes dê wezîfeya xwe qenc bike. Eskerê li ser hidûd û cendirme, doktor, parlamenter û wezîr anku herkes dê wezîfeya xwe qenc bike. Ez pê serbilind im ku di meha remezanê da niha ez li cem we me."
Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin Murat Zorluoglu, Fermandarê Şaxartêşa Asayîşa Cendirmeyan Korgeneral Salih Karataş, Qaymeqam û Cîgirşaredarê Başkaleyê Abduselam Ozturk, Fermandarê Cendirmeyên Parêzgehê Tûxgeneral Yavuz Ozfidan, Fermandarê Alaya Hidûd a 6emîn a Wanê Albayê Piyade Şahîn Yenîlmez û Midûrê Ewlekariyê Mehmet Suat Ekîcî hevaltiya Wezîr Soylu kirin.