24 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Qaptanê Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê ya Tirkiyeyê Arda Turan daxuyanî da û got wî heta niha di qariyera xwe da gelek kupa qezenc kirine û wiha axivî: "Xeyala min ew e ku ez kupaya Lîga Şampiyonan qezenc bikim."
Fitbolîstê Neteweyî Arda Turan di Otela Swîsê beşdarî merasima Xelatên Werzişên Salê ya Gîllette & Milliyetê ya 62emîn bû. Arda Turan li wir axivî û bi bîr xist ku wan Kupaya Qral a Îspanyayê qezenc kiriye.
Turan wiha axivî: "Min di qariyera xwe de gelek kupa qezenc kirin û xeyala min ya herî mezin ew e ku ez kupaya Lîga Şampiyonan jî qezenc bikim. Ji bo min sezonek ecêb bû. Îsal li gor salên berê min kêm leyîst lê hûn jî dizanin xweşiyên piştî bagerê hene. Ya girîng ew e ku mirov li Barcelonayê be û bibe perçeyekî vê tîmê."