Önder Beyter
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî: "(Xebatên li bajarên di bûyerên terorê de zirar dîtin) Du destên dewletê hene. Yek destê qudretê, ev dest li xirab û anarşîstan dixe lê belê destek jî yê rehmetê ye, destê şewqetê. Ev jî birînan dibêçe. Ya ku em dikin pêçandina birînên mezlûman e. Lazim e ev wiha eşkere bê dîtin û zanîn."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî: "(Bajar û navçeyên ji terorê zirar dîtine) Li 7 herêman pevçûnên giran çêbûn. Li van deran avahiyên ku zirareke kêm û zêde dîtine qasî 70 hezarî ne. Ji van 26 hezar avahiyan zirareke pir mezin dîtine yanê em mecbur in ku wan hilweşînin û malekê bidin van welatiyan. Yên din xisareke kêm dîtine û pereyên wan hat dayîn. Me dest bi çêkirina avahiyên din kir. Qismekî wan qediya û me teslîm kir, qismekî wê jî dewam dike û emê di demeke nêz de teslîm bikin. Herî dereng di nav 6 mehan de hemû avahî wê xilas bibin û emê wan teslîmî xwediyên wan bikin, di vê de pirsgirêk tune."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî: "Guhertina li gorî avahiyan, guhertineke rast nîne. Di rastiyê da ji bo avahiyên birîsk tiştekî rast e, divê meriv nû bike lêbelê ji aliyê rêgezên bajarvaniyê va guhertineke li gorî deverê divê meriv bike. Ji ber ku meriv bingeha sosyal a wê derê jinûva hesab dike. Dibistan, qada hêşîn, mizgeft, rê û peyarêyên wê derê meriv jinûva hesab dike."
Ozhasekî: (Şêwra Bajarvaniyê) "Biryarên ku hişmendiya hevpar a Tirkiyeyê li ser bajarvaniyê dan, em ê îro ji civatê ra eşkere bikin. Dema ku em eşkere bikin wê çawa be? Em ê hêdî hêdî van biryaran têxin nav qanûnan. Em ê wan bikin qanûn."
Ozhasekî: (Der barê gotinên Serokomar Erdogan ên ji bo avahîsaziya Stenbolê de) Ya ku Serokomarê me dibêje der barê sîluetê de ye. Di nav 20 salên dawîn de çêkirina avahiyên bilind ên wek kuleyan xeta ye û her kes jixwe vê xetayê qebûl dike. Lê divê em vê jî bizanibin li her derê dinyayê avahiyên wiha bilind hene, bi tenê ew li cihekî hatine çêkirin û binesaziya wan, çûyîn û hatina wan deran li gor wê hatiye çêkirin. Li Stenbolê hinekî berbelav xuya dike. Di vê mijarê de mirov dikare behsa xetayekê bike."