Önder Beyter
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
EDÎRNE
Yildiz Tilbeyê di çarçoveya Festîvala Muzîkê ya Edîrneyê da ji bo heyranên xwe konserek da.
Di konsera ku li bajêr li baxçeyekê hat dayîn da Yildiz Tilbe bi çepikên hezkiriyên xwe derket ser sehneyê û pêşiyê strana "Delikanlim/Xortê Min" got. Beşeke mezin ji heyranên hunermendê, bi têlefonên xwe yên mobîl konsera Tilbeyê kişand û bi awayekî zindî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand.
Tilbeyê di konserê da stranên xwe yên cur be cur gotin.
Festîvala Muzîkê ya Edîrneyê dê sibê bi konsera Şebnem Ferahê va bi dawî bibe.