20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
ÎDLIB
Li bajarê Îdlibê yê li rojavayê bakurê Sûriyeyê yê ku di kontrola muxalifan da ye, bi sed hezaran kesên mexdûrê şer li konbajaran dimînin.
Peyamnerê AAyê digel rayedarên Weqfa Maf û Azadiyên Însanan û Alîkariya Mirovî (ÎHH) çû bajarê Îdlibê û li vir dîmena zehmetkêşiya kesên li konbajaran kişand.
Li Reyhanliya navçeya Hatayê li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê TIRên ku ji bo derbasî hember bibin disekinin, xuya dikin. Ev TIRên ku barê wan alavên bazirganiyê û alavên alîkariya mirovî ne, pêdiviyên sereke yên mexdûrên şer bicih tînin.
Li aliyê din ê sînor Depoya Lojîstîka Asîman a Babulê a ÎHHyê heye. Alavên ku ji Tirkiyeyê tên li vir li gorî sinif û cinsê wan tên veqetandin û ji bo kampan tên şandin.
Li ser guzergeha kampa ku bi qasî 12 kilometro dûrî sînor e, noqteyên kontrolê hene û li van deran leşkerên çekdar ên muxalif hene. Leşker bi tenê wesayît û kesên gumanbar didin sekinandin.