22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Gul: "(Îadeya serkirdeyê FETOyê Gulen) Çi belge, prosedur û kêmasî nemaye ku îadeyê asteng bike. Ji bo herdu aliyan jî ji aliyê teşeyê va hemû şert û merc pêk hatine ku îade pêk were. Êdî em li benda îadeyê ne."
Gul: "(Ji aliyê DYAyê va daxwaza teslîmkirina têlefona Topûzê peywirdarê tewqûfkirî yê Konsolosxaneya DYAyê li Stenbolê) Nivîseke wisa hat. Me ev nivîs ji meqamê dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne ra şand. Biryar a wan e."
Gul: (Der barê îdiaya Adil Oksuz li Almanyayê ye de) Çend roj berê nûyeçek derket ku digot ew li ber derê xwe ye. Wêneyeke malekî dabûn û digotin 'li vir dijî'. Piştî nûçe derket hevalên me dest pê kirin li ser dixebitîn. Der barê vê de wê daxwazeke me ya berbiçav hebe."
Gul: "(Xelata Vaclav Havelê a dan Serokê YARSAVê yê berê ku ji ber FETO girtî ye) Ez bi giştî dibêjim, hin kes tiştên ku nikarin bi destê rêxistinên xwe yên taşeron li Tirkiyeyê bikin, weke ku şerê wekaletê veguhêzin şerê asaletê, dixwazin li dijî Tirkiyeyê dijminatiya xwe an jî tehdîda xwe bidomînin. Ji ber vê yekê ev dizanin ku kesê xelat danê, elemanê rêxistinekê ye. Ew kes çend roj beriya ku xelatê hilde, ji grûba xelatê ra nivîsa sipasiyê dinvîse, dizane ku wê xelatê jî hilde."