17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
ANKARA (AA) - Sererkaniyê diyar kir ku di êrîşa ku îro di saet 08.45an da birin ser wesayîta ku leşkerên Fermandariya Lîwaya Qomandoyên Qeyseriyê tê bûn û diçûn çarşiyê da 13 leşker şehît ketin û 48 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da wiha hat gotin: "Di êrîşa ku îro di saet 08.45an da birin ser wesayîta ku leşkerên Fermandariya Lîwaya Qomandoyên Qeyseriyê tê bûn û diçûn çarşiyê da 13 xebatkarên me yên qehreman şehît ketin û 48 xebatkarên me yên qehreman jî birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kir ku dermankirina birîndaran li nexweşxaneyên bajêr dewam dike û dibe ku di êrîşa rûreş da welatiyên sivîl jî birîndar ketibin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa bêbext şermezar dikin, rihma Xwedê li hevalên me yên qehreman be, serê malbata wan, xebatkarên Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê sax be, Xwedê şifayê bide birîndarên me."