31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Li navçeya Baglara navend dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas dibû mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîşa bibombe kir, di êrîşê de 7 polês şehîd ketin, 13 polês û 14 sivîl birîndar bûn
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin nêzî Termînala Otobêsan a Navbajêran dema ku wesayîta ku tê de polêsên ji herekata taybet hebûn derbas dibû teqîneke mezin çêbû.
Di teqînê de 9 jê sivîl 29 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên ku sewqî cihê bûyerê kirin rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr. Ji birîndaran 7 polês digel midaxaleya ku hat kirin şehîd ketin. 14 jê sivîl 27 kes birîndar tên dermankirin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê êrîşê de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser şika dibe ku êrîş bi wesayîta bombebarkirî hatibe kirin, disekinin.
Ji ber şîdeta teqînê camên avahiyên Termînala Otobêsan a Navbajêr û gelek avahiyên li hawirdor şikestin, di hin wesayîtan de xisar çêbûn.