17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2016
KAYSERÎ
Li Qeyseriyê li nêzîkî Zanîngeha Erciyesê di wesayîtekê da teqîn çêbû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li tanga deriyê îstiqameta Talasê ya Zanîngeha Erciyesê wesayîta bombebarkirî hat rexê wesayîta ku leşkerên derdiketin çarşiyê tê da bûn înfilaq kir.
Di teqînê da mirî û birîndar hene û li ser teqînê gelek polês, ambûlans û ekîbên tenduristiyê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Birîndar bi ambûlansê şandin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê û nexweşxaneyên li bajêr.
Polêsan piştî teqînê li dewsa bûyerê tevdîrên ewlehiyê girtin.
Waliyê Qeyseriyê Suleyman Kamçi û Midûrê Ewlekariyê Îbrahîm Kulular li dewsa bûyerê lêkolîn kirin.