Nihat Kavşut
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: "Ji serê ser da me parast ku Muharrem Beg zêdetir ray bistîne. Lewra rozêta partiyê derxist û rozêta alaya Tirkan gerand. Lewra me piştgirî da hemû xebatên wî û performansa wî jî rast û di cî da bû. Xebitî û gelek mitîng çêkirin. Hemû rast in. Gelek asayî ye ku ji CHPyê zêdetir ray bistîne. Heger zêdetir ray wernegirta pirsgirêk derdiket. Lê wekî ku ew jî dibêje divê ray hê zêdetirbûna. Ew bixwe dibêje ku rayên wî li gor texmînan kêm bû. Ji ber vê jî biryarên partiyê di destê endamên partiyê da ye."
Kiliçdaroglu piştî civîna Lijneya Navendî ya CHPyê daxuyanî da rojnamevanan.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu diyar kir ku ji kîjan partiyê dibe bila bibe ez ji dil siyasiya hemû welatiyan dikim ku ray avêtin û xwedî li demokrasiyê derketin.
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku wê îtibara parlamentoyê biparêzin û wiha got: "Em baş dizanin ku rayeya ku gel daye me tê çi wateyê û em baş dizanin ku em ê vê rayeyê çawa biemilînin. Me qismeke dîwar hilweşand û em ê bi biryardarî qismê mayî jî hilweşînin. Di vê hilbijartinê da tenê AK Partiyê wenda kiriye. Lewra 7 pûan kêm kiriye. Di vê hilbijartinê da tenê demokrasî bi ser ket."
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu ji bona bangên îstifayê diyar kir ku biryarên partiyê di destê endamên partiyê da ye û wiha got: "Ji serê ser da me parast ku Muharrem Beg zêdetir ray bistîne. Lewra rozêta partiyê derxist û rozêta alaya Tirkan gerand. Lewra me piştgirî da hemû xebatên wî û performansa wî jî rast û di cî da bû. Xebitî û gelek mitîng çêkirin. Hemû rast in. Gelek asayî ye ku ji CHPyê zêdetir ray bistîne. Heger zêdetir ray wernegirta pirsgirêk derdiket. Lê wekî ku ew jî dibêje divê ray hê zêdetirbûna. Ew bixwe dibêje ku rayên wî li gor texmînan kêm bû. Ji ber vê jî biryarên partiyê di destê endamên partiyê da ye."
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku ciyê kesên ku sewdaya meqamê bi wan ra heye di partiya me da tuneye.