Abdullah Tel
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Îtiraza Mujdat Gezen û Metîn Akpinarê lîstikvan ya ji bona biryara kontrola edlî ku der barê wan da ji ber axaftineke wan a di têlevizyonê da hatibû dayîn, hat redkirin.
Îtiraz ji hêla parêzerên Gezen û Akpinar va hat kirin û Dadgeha Sulh Cezayê ya 4emîn a Anadoluyê serlêdan nirxand.
Dadgehê îtiraza Gezen û Akpinar nirxand û ji ber hebûna delîlên berbiçav ku gumana sûc hatiye kirin nîşan didin û ji bo xwegihandina gumanbaran jî tevlihev nebe, serlêdan red kir.
Mujdat Gezen û Metîn Akpinarê ku bûbûn mêvanê bernameyeke Halk TVyê û li wê derê hin daxuyanî dabûn û Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê jî ji ber wan axaftinan lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Mujdat Gezen û Metîn Akpinar ji hêla Dadgeha Ceza Sulhê ya 3yemîn a Anadoluyê va hatin darizandin û di çarçoveya tewdîrên kontrola edlî da hatibûn berdan.